Serokê AKP`ê: Kongra Asayî ya AKP`ê dê salekê zûtir were lidarxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306724-serokê_akp_ê_kongra_asayî_ya_akp_ê_dê_salekê_zûtir_were_lidarxistinê
Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) partîya serdest li Tirkîyê ragihand ku Kongra Asyayî ya wê partîyê dê salekê zûtir ji dema kivşkirî were lidarxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2019 13:47 Asia/Tehran
  • Serokê AKP`ê: Kongra Asayî ya AKP`ê dê salekê zûtir were lidarxistinê

Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) partîya serdest li Tirkîyê ragihand ku Kongra Asyayî ya wê partîyê dê salekê zûtir ji dema kivşkirî were lidarxistinê.

Ligorî rapora Radyoya Trikîya Istenbolî ya Îranê, Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP`ê, Receb Teyîb Erdogan di koma rêvebirên AKP`ê yên parêzgehan de ragihand ku amadekarîyên lidarxistina heftemîn Kongra Asyayî ya AKP`ê yê di Payîzde destpê bibin.

Serokomarê Tirkîyê amajeyî nûçeyên têkildarî pêkanîna partîyeke nû ji alîyê Elî Babacan û Ehmed Dawûdoglu va jî kir û got: Hin gotin di mêdyayan di vî warî de hatine hilêxistinê lê, ti dilgiranîyek tineye.

Erdogan di dewama xeberdana xwe da kesên ji AKP`ê cida bûne, ``xayîn`` bi nav kirin û got: Bê guman endamên partîyê dê bi awayekî qayîm himberî wan kesana bisekinin û dê pêşîya karên wan bigirin.