Dêrsimîyan bertek nîşanî ibtalkirina festîvala Çand û Xwezayê ya Munzorê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306720-dêrsimîyan_bertek_nîşanî_ibtalkirina_festîvala_Çand_û_xwezayê_ya_munzorê_dan
Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ku her sal ser navê Monzurê li Dêrsimê tê lidarxistinê, îsal li gor fermana walîtiya Dêrsimê hat ibatlkirinê ku ev yeka bûye sedema berteka çalakên medenî, sîyasî, Parlemanterên Kurd ên Tirkîyê, endamên Komîteya Lidarxîner a vê festîvalê û gel.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2019 13:26 Asia/Tehran
  • Dêrsimîyan bertek nîşanî ibtalkirina festîvala Çand û Xwezayê ya Munzorê dan

Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ku her sal ser navê Monzurê li Dêrsimê tê lidarxistinê, îsal li gor fermana walîtiya Dêrsimê hat ibatlkirinê ku ev yeka bûye sedema berteka çalakên medenî, sîyasî, Parlemanterên Kurd ên Tirkîyê, endamên Komîteya Lidarxîner a vê festîvalê û gel.

Ligorî rapora Rojnama Yeni Yaşamê, festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ku her sal ser navê Monzurê li şarê Kurdnişîn ê Dêrsimê tê lidarxistinê, îsal ligorî fermana Parêzgarîya Dêrsimê hat ibatlkirinê ku ev yeka bûye sedema berteka çalakên medenî, sîyasî, Parlimanterên Kurd ên Parlemana Tirkîyê, endamên Komîteya Lidarxîner a vê mêhriganê û gel.

Komeke Parlimanterên HDP`ê, Civaka Dayîkên şemîyê, çalakên medenî yên Kurd, malbatên gorîyên êrişa li Sirûçê, Şaredarê Dêrsimê digel hejmareke zêde ya welatîyên Dêrsimî li ber avahîya Şaredarîya Dêrsimê kom bûn û nerazîbûna xwe himberî ibtalkirina belgeya lidarxistina wê mêhriganê nîşan dan û ragihandin.

Şayanî gotinê ye ku mêhrigana Kurdî ya Çand û Xwezayê ya Dêrsimê di halekî da ji hêla Parêzgarîya Dêrsimê va tê ibtalkirinê ku berî vîya jî gellek konsêrtên Kurdî bi hecetên curbicur ji alîyê parêzgarîyên Izmîr, Wan û Nisêbînê va hatine ibtalkirinê.