Tirkiyê li meha Gulanê 390 hezar ton nefta xav ji Îranê kiriye
Rêxistina Biserûberkirina Bazarê ya Tirkiyê di rapora xwe de diyar kir ku vî welatî li meha Gulan 2019 qasî 390 hezar û 911 ton (2.5 milyon) nefta xav ji Îranê kiriye.
Li gor nûçeya ajansa Anadoluyê: Rêxistina Biserûberkirina Bazarê ya Tirkiyê di raporekê de diyar kir vî welatî ji bo dabînkirina beşek ji enerjiya xwe li meha Gulan 2019 qasî 390 hezar û 911 ton (2.5 milyon) nefta xav ji Îranê kiriye.
Li gor vê raporê Tirkiyê li ser hev li meha Gulana 2019 qasî 2milyon û 671 hezar û 510 ton neft anku 17 milyon bermîl neft ji welatên cîhanê kiriye, ku li gor bîlanşoya kirîna neftê li vê mehê ya sala par sedî 48 zêde bûye.
Tirkiyê li meha Gulana îsal 885 hezar û 738 ton ji Rûsyayê ku li rêza yekem de ye û 757 hezar û 448 ton ji Iraqê li rêza duyem kiriye. Li vê mijarê de Îran li rêza sêyem de ye.