PKKê: Li Geverê de 9 leşkerên Tirkuê hatin kuştin
HPG’ê baskê leşkerî yê PKKê dibêje: Di çalakiya wan a çarşemê 23ê vê mehê li navçeya Gever a Culemêrgê ya li dijî artêşa Tirkiyê de 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasiyonekê de li dijî artêşa Tirkiyê hatiye lidarxistin, 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
PKKê di daxuyaniya xwe ser vê çalakiyê de diyar kiriye Artêşa Tirkiyê li Geliyê Doskiyan ê girêdayî navçeya Gevera Culemêrgê dest bi operasyonekê kiribû û li derdora gundê Berdereşê dest bi çêkirina çeperan kir ku hêzên PKKê piştî şopandina vê kiryara Artêşa Tirkiyê roja 23 Tîrmehê saet 19 li çeper û kozikên leşkerên Tirkiyê dan ku di encamê de 9 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Piştî êrişa PKKê artêşa Tirkiyê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne derdorî gundê Berdereşê û îşkence li şivanên derdora gund kir û herêm ji hatûçûnê re girt.
Îro 26’ê Tîrmehê saet di 08:30’an de jî artêşa Tirkiyê li derdora gundê Kavlegundê û Pagenkê yên navçeya Gevera Culemêrgê dest bi opersyonekê kir ku hîn berdewame, lê belê agahiyên zêde ser vê operasiyonê hîn belev nebûne.
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê duh 25’ê Tîrmehê di navbera saet 19:00-19:30’an de devera Kanî Sarkê yê Bergarê ya girêdayî herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebarn kirin. PKKê dibêje: Di vê bombebaranê de ti ziyanek negihêştiye hêzên wê, lê ziyan gihîştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”
Artêşa Tirkiyê li ser îdiaya PKKê ya kuştina leşkerên wê ti daxuyaniyek nedaye.