Erdogan: Tirkiye ji gefên Amerîka natirse
Serokkomarê Tirkiyê li bara gefên Amerîkayê yên li bara kirrîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsiyayê ji aliyê Enqerê ragihand ku Tirkiye ji gefên Amerîka natirse.
Li gor rapora IRIB News`ê, Receb Teyib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di civîna serokên AKP’ê yên bajaran de li Enqerê bal kişande ser vê yekê ku Tirkiye qet ji gefên Amerîka natirse û got: Em hêvîdarin Amerîka bi eqlanî û mentiqê nêzîkî dayîna firokên şêr yên F-35 bibe.
Erdogan got: Enqerê milyardek û 400 milyon dolar bona projeya F-35 sermaye daniye û ger Amerîka van firokên şerî nede me, em neçarin rêçareyên din berçav bigrin.
Rûsiyayê li vê mudehê çend barên S-400 dane Tirkiyê ku vê yekê Amerîka nerehet û dilgiran kiriye.
Amerîkayê ku pêştir wek bertekek li hembrî kirrîna vê pergalê, fêrkirina firokevanên Tirkiyê di bernameya Firokeyên Şêrr ên F-35`ê de dabû rawestandin, gef xwariye ku dê boykotên zêdetir ser Tirkiyê de bisepîne û dilgiraniya çalakên bazarê ev e ku Waşîngton dest dayne ser ewraq û belgeyên deynê yên Tirkiyê ku gellek girêdayîyê diravê dolar in. Amerîkayê herwiha beşdariya Tirkiyê li çêkirina firokên F-35 jî rawestandiye.