Parlemantera HDPê: Binçavkirin û girtina endamên HDPê bi şidet berdewam dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306609-parlemantera_hdpê_binçavkirin_û_girtina_endamên_hdpê_bi_şidet_berdewam_dikin
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê li parlemana Tirkiyê û parlementera Êlihê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran got: Van rojên dawiyê hêzên dewleta Tirkiyê bi şidet û hidet bêyî ti belge û hegerekê dest dane girtin û binçavkirina endamên HDP’ê .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 10:46 Asia/Tehran
  • Parlemantera HDPê: Binçavkirin û girtina endamên HDPê bi şidet berdewam dikin

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê li parlemana Tirkiyê û parlementera Êlihê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran got: Van rojên dawiyê hêzên dewleta Tirkiyê bi şidet û hidet bêyî ti belge û hegerekê dest dane girtin û binçavkirina endamên HDP’ê .

Rojnama Yenî Yaşam ragihand: Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li warê girtin û binçavkirina endamên HDPê got: Partiya serdest a AKPê piştî têkçûna li hilbijartinên 31 Adar û 23 Hezîranê dixebite heyfê ji HDPê bistîne, loma dest daye girtin û binçavkirina endamên vê partiyê. Giranbûna şikest û têkçûna li hilbijartinên hanê ji AKP re nayê tamulkirin vêca eva bûye sedema berdewamiya operasyonên siyasî li dij HDPê.

Başaranê got: Girtin, binçavkirin, girtina ser malên endamên HDP û zîndanîkirina wan ji sala 2015 bûye şêwazeke normal di siyaseta Tirkiyê, ev rewşa li van rojên dawiyê bi awayekî ber bi çav û berfire tê domandin û eva nîşan dide ku deshilata AKP-MHP ketiye nav riyeke xitimî û girtî ya siyasî.

Başaran anî ziman ku êrişên berdewam ên deshilata siyasî bisaya îmkan û zirûfên berdest ên hikûmetê ji bo jinavbirina deskevtên HDPê bi ti awayekî nayên qebûlkirin, çawaku girtin û binçavkirinên sala 2016 nebûn sedem ku AKPê bigihêje hedefên xwe . Ev êriş û kiryarên nû jî wê nagihîne hedefê û eva nabin sedem ku rê li ber têkçûna deshilata siyasî ya AKPê li Tirkiyê were girtin.  Ev êrişana ziyanê nagihînin xebatên me ji bo siyasta demokratîk û îmana me bo aştiyê.