Çavûşoglu: Pêşniyarên Amerîka li ser herêma aram bi dilê me nebûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306602-Çavûşoglu_pêşniyarên_amerîka_li_ser_herêma_aram_bi_dilê_me_nebûn
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, pêşniyarên ku Amerîka li ser pêkanîna “herêma aram” li bakura Sûriyê dane wan, bi dilê wan nebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 06:32 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Pêşniyarên Amerîka li ser herêma aram bi dilê me nebûn

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, pêşniyarên ku Amerîka li ser pêkanîna “herêma aram” li bakura Sûriyê dane wan, bi dilê wan nebûye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu duh piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Nîkaragua Denîs Moncada Colindres re, li ser rewşa Sûriyê daxuyanî da rojnamevanan.

Mevlût Çavûşoglu li ser hewlên pêkanîna herêma aram li bakura Sûriyê ragihand, ew dixwazin zû li ser wê meselê bi Amerîka re bigihên rêkeftinê, çimkî êdî sebra wan nemaye.

Çavûşoglu li ser naveroka hevdîtina nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarên Sûriyê de, James Jeffery û berdevkê serokê Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî ragihand, ew pêşniyar û tiştên ku Amerîka bo herêma aram dane wan, bi dilê wan nebûye.

Bi gotina wî wezîrê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jê re gotibû, dê Jeffery pêşniyarên nû bi xwe bîne Tirkiyê lê di pêşniyarên wî de tiştekî nû nebûn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê beriya niha gotibû, eger Tirkiye û Amerîka li ser herêma aram li hev nekin dê êrişî herêmên kurî li bakura Sûriyê bikin.