HDP: "Em piştgiriyê didin kiryara CHP bona pêkanîna hevalebdniya demokrsiyê li Tirkiyê"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306590-hdp_em_piştgiriyê_didin_kiryara_chp_bona_pêkanîna_hevalebdniya_demokrsiyê_li_tirkiyê
Gonay Gobîlay, berdevka Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Canan Keftançîoglu, serokê teşkîlata partiya Komarîxwaz a Tirkiyê, CHP li Stembolê li bara mesela kurdan û hevalbendiya Demokratîk da zanîn û diyar kir: "Em piştgiriyê didin kiryara CHP bona pêkanîna hevalebdniya demokrsiyê li Tirkiyê".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2019 14:36 Asia/Tehran
  • HDP:

Gonay Gobîlay, berdevka Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Canan Keftançîoglu, serokê teşkîlata partiya Komarîxwaz a Tirkiyê, CHP li Stembolê li bara mesela kurdan û hevalbendiya Demokratîk da zanîn û diyar kir: "Em piştgiriyê didin kiryara CHP bona pêkanîna hevalebdniya demokrsiyê li Tirkiyê".

 Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnama Yênî Yaşamê, Gonay Gobîlay, berdevkê HDPê li axiftinekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Canan Keftançîoglu, serokê Teşkîlata CHP li Stembolê li bara mesela  kurdan û hevalebndiya  Demokratîk rêz ji van gotinan girt û got:. "Em bi salan wek HDP teqez dikin ku bi hevalbendiyeka demokratîk dikarin hemî meselên Tirkiyê çareser bikin. Em bi piştgiriya ji hemî kiryarên ku li vê barê tên kirin, amadeyî her cure rolekê li vê barê ne. Ger CHP li vê barê karekî bike eva dê bibe alûgureka mezin  û erênî. Em jî amadeyî piştgiriya ji van cure kiryaran in. Bi tenê divê li vir  bo demokrasî, aşitî û azadî û edaletê, deriyên pêvajoyeka nû vebin".

 Hêjayî gotinê ye ku Canan Keftançîoglu, serokê Teşkîlata CHP li parzêgeha Stembolê li axiftinekê bal kişand  ser mesela kurdên Tirkiyê û gotibû: "Mesela kurdan dikare rehet li parlemana Tirkiyê were çareserkirin. Hevalbendiya ku wek hevalbendiya  demokrasiyê tê dîtin, nîşan dide ku em dikarin vî karî bikin. Ger hûn qanûneka bingehîn a nû  daynin û bo çareserkirina  meselên Tirkiyê bi taybet mesela kurdên  vî welatî bi riya viyana gel rewşê xweş bikin hûn piştrast bin ku  di demeke kurt de meselê dê çareser bibe".