HDPê li Amedê Komcivîna Çareseriya Demokratîk li dar xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306555-hdpê_li_amedê_komcivîna_Çareseriya_demokratîk_li_dar_xist
Yekem Komcivîna Çareseriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Çareseriya Demokratîk bi mebesta Aştiya bi şeref" li qada Stasiyona Amedê bi amadebûna berfireh a gelê vî bajarê Kurdnişîn hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2019 13:27 Asia/Tehran
  • HDPê li Amedê Komcivîna Çareseriya Demokratîk li dar xist

Yekem Komcivîna Çareseriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Çareseriya Demokratîk bi mebesta Aştiya bi şeref" li qada Stasiyona Amedê bi amadebûna berfireh a gelê vî bajarê Kurdnişîn hat lidarxistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnama Evrenselê, Yekem Komcivîna Çareseriyê ya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Çareseriya Demokratîk bi mebesta bidestxistina Aştiyê bi Şeref" li qada Stasiyona Amedê bi amadebûna berfireh a gelê vî bajarê Kurdnişîn hat lidarxistin.

Demajoya lidarxistina vê mîtîngê ku piştî Amedê dê li çar bajarên din ên Kurdnişîn jî were lidarxistin, girîngiyeke sembolîk heye û ev mîtîng di salvegera kuştina gumanbar a du polîsan li bajarê sînorî yê Cîlan Pinarê ya parêzgeha Şanlî Ûrfayê ku di encamê da pêvajoya gotûbêja aştiyê ya Kurd-Tirk hat rawestandin û piştî wê yekê pêvajoya pevçûn û operasiyonên leşkerî dest pê bûn, hatiye lidarxistin û bijartina roja 22ê Tîrmehê bo vê mebestê nîşana peyameke girîng e.

Ev mîtîng bi amadebûna berfireh a nûnerên partiyên siyasî, çalakên medenî, Sendîka û civatên cûrbicûr ên Kurd-Tirk ên Tirkiyê û axaftina endamên partiyên cûrbicûr ên Kurd ên Tirkiyê hat lidarxistin.