Li Şemzînanê teqîn – Kesek hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306541-li_Şemzînanê_teqîn_kesek_hat_kuştin
Li devera Şemzînan ya Colemêrgê di teqînekê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2019 08:17 Asia/Tehran
  • Li Şemzînanê teqîn – Kesek hat kuştin

Li devera Şemzînan ya Colemêrgê di teqînekê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Îro danê sibê li gundê Yûfkayli yê bajarokê Şemzînan li başûrê rojhilatê Tirkiyê, dema du otomobîlên sivîl derbas dibûn, teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyan, di encama wê teqînê de şofêrê otomobîlekê hat kuştin û şofêrê ya din jî birîndar bû.

Walîtiya Colemêrgê teqîn avêtiye stûyê PKKê û daye zanîn, ew otomobîl her du sivîl bûne û diçûn serbazan ji baregeheka serbazî bînin.