Civîna Nûnerê Amerîkayê li karên Sûriyê û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ser devera ewleh
Nûnerê Amerîkayê li karên Sûriyê James Jeffrey û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar ser rewşa Sûriyê û pêkanîna devera ewleh li bakura vî welatî gotûbêj kirin.
Ajansa Nûçeyan a Fras Newsê da xuyakirin, Jamef Jeffrey piştî hevdîtinên bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re, çû Wezareta Berevanî ya Tirkiyê û bi Wezîrê Berevanî Hulusî Akar re ser rewşa Sûriyê û pêkanîna devera ewleh li bakura vî welatî gotûbêj kirin..
Hat destnîşankirin, di rojeva aliyan de Herêma Ewle, krîza Sûriyê, pêşhatên dawî yên Îdlibê, komîteya destûrê û amadekariyên Tirkiyê bo êrişa ser Rojhelata Firatê û kurdên Sûriyê hene. Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze, pabendî nexşerêya Minbicê bimîn e û kontrola herêma Ewle jî, radestî Tirkiyê bike.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku Akar û Jeffrey civiyane û di civînê li ser wê yekê lihev kirine ku xebatên şandên leşkerî yên herdu welatan derbarê “Devera Aram” de sibê li Wezareta Derve ya Berevaniyê berdewam bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de tê gotin ku Akar nerehetiya welatê xwe derbarê hevdîtinên rayedarên bilind ên Amerîkayê li Sûriyê ligel berpirsên PYD û HSDê gihandiye şanda Amerîkî.