Hişyariya wezîrê karên dreve yê Tirkiyê bo Emerîkayê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: "Eger Emerîka refatreka bi dijminatî li dijî Tirkiyê bigre ber xwe, ev welata jî dê tolê hilde".
Li gorî rapora Anadolu Newsê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoglu roja Yekşemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanan re got: "Eger emerîkî reftareka bi dijminatî li dijî Tirkiyê hebin, Tirkiye dê tolê hilde û tu hevceyî bi veartina wê yekê jî tine".
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha tevî ku ragihand boykotên hitmalî yên Amerîkayê dijî Tirkiyê nayê pejirandin, got: "Eger li gorî lihevkirinê firokeyên F35ê ji aliyê Amerîkayê va radestî Tirkiyê neyên kirin, Tirkiyê dê ji aliyên din bikirre".
Rûsiyê yekem barê tîkeyên S400ê heftiya pêş dabû Tirkiyê ku tûşî rexneya tund a Amerîkayê bû.
Waşîngtonê gef li Enqerê xwariye ku eger S400ê bikirre, dê bikeve nav lîsteya reş a Amerîkayê û were boykotkirin. Her wiha radestkirina F35qan bo Tirkiyê jî dê were rawestandin.
Girêbesta firotina S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê sala 2017an hat girêdan.