Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Sûrîyê de li Enqerê ye
Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Sûrîyê de "James Jeffrey" serdana Tirkiyê kir û yê derbarê rewşa herêmên Kurdnişîn û avakirina Navçeya Aram li bakurê Sûriyê de bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandiye, Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Sûrîyê de, "James Jeffrey" gihîştiye Enqereya paytexta Tirkiyê.
Li gor daxuyaniyê, serdana "Jeffrey" bo Tirkiyê yê du rojan berdewam be û ew yê di 22 û 23`yê Tîrmehê de bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan bike.
Di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Tirkiyê de, "Jeffrey" yê têkildarî avakirina Navçeya Aram li bakurê Sûriyê û nîgeraniyên Tirkiyê yên di vê bareyê de û rewşa Kurdistana Sûrîyê û Sûriyê bi giştî, danûstandinê bi berpirsên hikûmeta Tirkiyê re bike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha daye xûyakirin, Jefrey û rayedarên Tirkiyê herwiha yê derbarê çareseriya krîza Sûriyê de li gor biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve jî, bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bike.
Mijareke din a hevdîtinên Jeffrey ligel rayedarên Tirkiyê, kirrîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha firotina firokeyên pêşkevtî yên F-35 ên Amerîkî bo Tirkiyê ye.
Seredana Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Sûrîyê de ya Tirkîyê di halekî da ye ku desteyeke pilebilind a Artêşa Amerîkayê derbarê pirsa avakirina ``herêma ewleh`` de îro li bajarê Kobanîyê bi berpirsên Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) re civiya.
Berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSD`ê "Mistefa Balî" ragihand, îro Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General "Kenneth McKenzie" û Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî William Robak li Kobanîyê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anîne.
Balî li ser zarê Mezlûm Ebdî ragihand, her du aliyan behsa mijara ``devera aram`` li bakurê Sûriyê û pêwendiyên di navbera HSD`ê û Hevpeymaniya Navdewletî û girtiyên DAIŞê û malbatên wan de kirine.