Hêzên Hefter balafireke bêfirokevan a Tirkîyê li Trablosê jorda xistin
Tîrmeh 21, 2019 14:57 Asia/Tehran
Hêzên Xelîfe Hefter nasyar bi Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihandin ku wan balafira bêpîlot a dewleta Tirkiyê li herêma Ayn Zarê xistine xwarê.
Ligorî rapora Malpera Al Arabiyê, navenda ragihandinê ya şêrr a ser bi hêzên nasyar bi Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand: "Leşkerên artêşê yên li ser sînorê paytextê amade ne û tenê li benda fermana dawîn in ku komên Tirkiyê û Qeter têk bibin."
Di heman demê de çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê gotin ku Li Terablusê 8 leşkerên Artêşa Wetenî di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de hatin kuştinê.
Hêzên Xelîfe Hefter ji 4`ê Nîsana buhurî ve êrişa ser Paytexta Lîbîyê Trablosê destpê kirine û heta nika nikarîne vî şarî bêxin bin kontrola xwe.