Amerîka: Tirkiyê hêviyên me şikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306473-amerîka_tirkiyê_hêviyên_me_şikandin
Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, Tirkiyê bi kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî hêviyên wan şikandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2019 08:32 Asia/Tehran
  • Amerîka: Tirkiyê hêviyên me şikandin

Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, Tirkiyê bi kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî hêviyên wan şikandine.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus naveroka pêwendiya telefonî ya her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê Mike Pompe û Mewlût Çavuşoglu eşkere kir.

Morgan Ortagus da zanîn, Pompeo ji wezîrê derve yê Tirkiyê re gotiye ji ber kirîna mûşekên S-400 hêviyên wan ên ji Tirkiyê bi dijwarî şikestiye. Pompeo herwiha diyar kiriye ku di derbarê ewlekariya sînorê Tirkiyê de ew ê xemên Tirkiyê ber çavan bigrin.

Ji 12ê Tîrmehê ve veguhestina perçeyên mûşekên S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê berdewam dike û heta niha 16 firokeyên barhilgir ên Rûsî gihîştine Enqerê, paytexta Tirkiyê.

Pêştir jî Wezirê Derve yê Amerikayê Pompeo ragihandibû, qanûnên wan destnîşan dikin ku ji ber kirîna mûşekên S-400 ew ê dorpêçê deynin ser Tirkiyê.