Amerîka: Tirkiyê hêviyên me şikandin
Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, Tirkiyê bi kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî hêviyên wan şikandine.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus naveroka pêwendiya telefonî ya her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê Mike Pompe û Mewlût Çavuşoglu eşkere kir.
Morgan Ortagus da zanîn, Pompeo ji wezîrê derve yê Tirkiyê re gotiye ji ber kirîna mûşekên S-400 hêviyên wan ên ji Tirkiyê bi dijwarî şikestiye. Pompeo herwiha diyar kiriye ku di derbarê ewlekariya sînorê Tirkiyê de ew ê xemên Tirkiyê ber çavan bigrin.
Ji 12ê Tîrmehê ve veguhestina perçeyên mûşekên S-400 ji Rûsya bo Tirkiyê berdewam dike û heta niha 16 firokeyên barhilgir ên Rûsî gihîştine Enqerê, paytexta Tirkiyê.
Pêştir jî Wezirê Derve yê Amerikayê Pompeo ragihandibû, qanûnên wan destnîşan dikin ku ji ber kirîna mûşekên S-400 ew ê dorpêçê deynin ser Tirkiyê.