Wezîrên derve yên Amerîka û Tirkyê pirsên berevanî û Sûrîye gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306472-wezîrên_derve_yên_amerîka_û_tirkyê_pirsên_berevanî_û_sûrîye_gotûbêj_kirin
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di peywendîyeka telefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re ser pirsa Moşekên S-400 yên Rûsya û balafirên F-35 yên Amerîka axivt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2019 08:10 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Amerîka û Tirkyê pirsên berevanî û Sûrîye gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di peywendîyeka telefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re ser pirsa Moşekên S-400 yên Rûsya û balafirên F-35 yên Amerîka axivt.

Çavkanîyekê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand: Çavuşoglu û Pompeo duh  bi telefonî bi hev re axivtin û Wezîrê Derve yê Amerîkayê derheq kirîna moşekên S-400 ji aliyê endameke NATO ve nerazî ye û derheq ragirtîna beşdarîya Tirkiye di projeya F35ê da bersiva wezîrê derve yê Tirkiyê da.

Tirkiyê û Rûsyayê li Kanûna 2017 peymana kirîna mûşekên S-400 ên rûsî îmza kirin û ji 12 Tîrmeha 2019 radestkirina van mûşekan bo Tirkiyê despê bûye.

Amerîka berî vê yekê gef li Tirkiyê xwaribû ku heke mûşekên S-400 bikire, wê vî welatî bi giranî ceza bike û  beşdarîya Tirkiye di projeya F35ê da bitûm rawestîne.

Waşîngton dibêje mûşekên S-400 li Tirkiyê wê lawaziyên balafirên cengê yên  F-35 eşkera bike, loma van balafiran nade Tirkiyê.

Wezîrên herdu welatan herwisa ser rewşa Sûrîye. Herêmên kurdî li vî welatî û pirsa herêma ewle û Menbicê jî gotûbêj kirine.