Tirkiye çalakiyên xwe di nav ava Qibrisê de zêde dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306471-tirkiye_çalakiyên_xwe_di_nav_ava_qibrisê_de_zêde_dike
Cêgirê Serokomarê Tirkiye Fuat Oktay dibêje, Tirkiye karê lêgeranê ji bo peydakirina gazê û enerjiya Hîdrokarbonîkê li ber ava Qibrisê zêdetir dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2019 07:44 Asia/Tehran
  • Tirkiye çalakiyên xwe di nav ava Qibrisê de zêde dike

Cêgirê Serokomarê Tirkiye Fuat Oktay dibêje, Tirkiye karê lêgeranê ji bo peydakirina gazê û enerjiya Hîdrokarbonîkê li ber ava Qibrisê zêdetir dike.

Cêgirê Serokomarê Tirkiye Fuat Oktay ji medyaya Tirkiye ra aşkere kiriye keştiyeke din çandine wê deverê ku bi xwe dû keştiyên lêgeranê hene digel keştiyeka din ya leşkerî.

Oktay herwiha got: Tikiye xwe naçemine bo cezayên Yeketîya Ewrûpa û dûdil nabe bo avêtina pêngavên zêdetir ên berevanîkirina mafên xwe û mafên tirkên Qibrisê.

Yeketîya Ewropayê hişyarî daye Tirkiyê ku lêgerînên xwe yên ji bo peydakirina gazê li ber avên Qibrisê berdewam neke û ev kiryarên Tirkiyê wek zêdegavîye biser qanûnên navneteweyî daye zanînê û gef li Tirkiyê xwariye ku wê wî welatî bi giranî ceza bike..