PKK`ê êriş kir, Fermandeyekî Artêşa Tirkîyê hat kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306449-pkk_ê_êriş_kir_fermandeyekî_artêşa_tirkîyê_hat_kuştinê
Fermandeyê Leşkerî yê şarê Bitlîsê di encama êrişa hêzên PKK`ê de hat kuştinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2019 12:36 Asia/Tehran
  • PKK`ê êriş kir, Fermandeyekî Artêşa Tirkîyê hat kuştinê

Fermandeyê Leşkerî yê şarê Bitlîsê di encama êrişa hêzên PKK`ê de hat kuştinê.

Hêzên PKK`ê duh danê êvarê bi rokêtavêjê êrişî maşîna Fermandeyê Leşkerî yê şarê Bitlîsê Zafer Akkûş li gundê Çaliduzûyê kirin ku di encamê de ew bi giranî birîndar bû û li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Akkuş ji bo dema xwestiye biçe kontrola cerdevanên herêmê bike rastî êrîşê hatiye. Piştî bûyerê li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Duh herwiha li herêma Xakurkê li Herêma Kurdistanê di navbera hêzên ewlehî yên Tirkiyê û gerîlayên PKK`ê de pevçûn derket ku di encamê de Serokefserê bi navê Mustafa Unal ê 26 salî canê xwe ji dest da.