Barekî din ê S400ê gihîşte Tirkiyê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala gihîştina barekî din ê Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Enqerê kir.
Li gorî rapora kanala Russia Today a Erebî, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku du firokeyên barî yên Rûsiyê roja Îniyê li baregeha leşkerî ya Mûrtêdê li nêzikî Enqerê li erdê rûniştin.
Rûsiyê heftiya pêş barê yekem ji Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'ê dabû Tirkiyê.
Li gorî rapora medyayên Rûsiyê, Radestkirina S400ê bo Tirkiyê dê di sê qonaxan da pêk were.
Gihîştina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê di rewşekê da ye ku dewleta Amerkayê pêştir Tirkiye hişyar kiribû ku derdem ku yekem barê vê pergalê bigihêje axa Tirkiyê, dê boykotên dijwar li dijî Enqerê bên sepandin.
Tevî vêya rayedarên Enqerê li ser kirrîna vê pergalê ji Rûsiyê pêgirî kiribûn.
Waşîngtonê gef li Enqerê xwar ku eger vê pergala mûşekî bikirre dê bikeve nav lîsteya Reş a Amerîkayê û were boykotkirin û dê radestkirina firokeyên şêrr ên amerîkî yên cûreya F35ê bo Tirkiyê were rawestandin.
Girêbesta firotina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê di Kanûna 2017an de hat wajokirin.
Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.