Operasiyona berfireh a Tirkiyê li dijî PKKê li Iraqê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306419-operasiyona_berfireh_a_tirkiyê_li_dijî_pkkê_li_iraqê_dest_pê_bû
Tirkiyê wek berteka li hemberî êrîşa li Hewlêrê, êrîşeke nû ya berfireh li dijî PKKê li wî welatî dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2019 12:10 Asia/Tehran
  • Operasiyona berfireh a Tirkiyê li dijî PKKê li Iraqê dest pê bû

Tirkiyê wek berteka li hemberî êrîşa li Hewlêrê, êrîşeke nû ya berfireh li dijî PKKê li wî welatî dest pê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê roja Pêncşemiyê got: Ev êrîşa leşkerî li Qendîlê û wek berteka li hemberî kuştina dîplomatekî Tirkiyê li Hewlêrê pêk tê.

Alîkarê serkonsolê Tirkiyê roja Çarşemiyê di êrîşa kesên nenas da li bajarê Hewlêrê hat kuştin.

Hîn tu kes an komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe, lê kanala tirkî ya Haberturkê îdia kiriye ku endamên PKKê ev êrîş pêk anîne.

Ev di rewşekê da ye ku Diyar Denîr berdevkê leşkerî yê PKKê her cûre hebûna dstê PKKê di kuştina dîplomatê Tirkiyê li Hewlêrê red kiriye.