HDP`ê derbarê êrîşa li Hewlêrê de daxuyanî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306417-hdp_ê_derbarê_êrîşa_li_hewlêrê_de_daxuyanî_da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa roja çarşemiyê ya li Hewlêrê weke “êrîşa tarî” bi nav kir û ragihand, ew vê êrîşê şermezar dikin û tekez kir, divê ev êrîş bihê ronîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2019 11:29 Asia/Tehran
  • HDP`ê derbarê êrîşa li Hewlêrê de daxuyanî da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa roja çarşemiyê ya li Hewlêrê weke “êrîşa tarî” bi nav kir û ragihand, ew vê êrîşê şermezar dikin û tekez kir, divê ev êrîş bihê ronîkirin.

HDP`ê di daxûyanîyekê de ragihand: “Di 17’ê Tîrmehê de li Hewlêrê li dijî nûnerê berpirsyarê dîplomatîk ê Tirkiyê êrîşeke bi çekan hat kirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

HDP êrîşa ser xebatkarên Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dike û dibêje, ew şer û pevçûnên li nêzîkî deverên ku sivîl lê dijîn, red dike. HDP dibêje: “Em wek partî li devera sivîlan, gurrkirina şer û pevçûnê bi tu awayî qebûl nakin û herwisa ji aliyê kî ve hatibe kirin, êrîşa li dijî xebatkarên konsulxaneyê bi tundî şermezar dikin.”

 HDP`ê di daxûyaniya xwe de, daxwaza ronîkirina aliyên êrîşa li Hewlêrê dike û tekez dike: Em hêvî dikin ku ev êrîşa tarî û bi gelek aliyan ve nezelal di demeke nêzik de bê ronîkirin û tu şik û guman derbarê vê êrîşê de nemîne û bikirên wê demildest bên diyarkirin.

Di beşeke din a daxûyaniyê de, HDP dibêje, ew qebûl nakin ku parlamentera wan ji ber birayê xwe were hedefgirtin û tekez dike:

“Her wekî din, em bi tu awayî qebûl nakin ku parlementereke me bi hinceta vê êrîşê, bi bahaneya navê birayê xwe wek hedef bê girtin û rastî provokasyonan bê hiştin.

Em careke din aşkera dikin, tu kes nikare partiya me bi tundiyê ve têkildar bike. Em wek partî li dijî tundrewî, şer û pevçûnê ne û siyaseta aştiyê û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalogê esas digirin. Kî çi hesabî dike bila bike, lê HDP tu carî dev ji siyaseta aştî û çareseriyê bernade.”

HDP destnîşan dike ku hin alî dixwazin bi meseleya êrîşa li Hewlêrê êrîşî ser siyaseta HDPê bikin û tekez dike: “Bi vê meseleyê dixwazin êrîşî siyaseta aştiyê ya HDP’ê bikin. Dixwazin ku şer û pevçûn û tundûtûjiyê berbelav bikin.

Bi vê wesîleyê em careke din bang dikin; divê şer, pevçûn û tundûtûjî neyê gurrkirin û zêdekirin û li Rojhilata Navînê, bi rêya gotûbêj û diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.”