Serokê rêxistina HDPê şandin zîndanê
Tîrmeh 19, 2019 10:49 Asia/Tehran
Yaşar Ozlû, Serokê Rêxistina HDPê li bajarê Kaxîzmanê ya parêzgeha Qersê bi tawana "Endamtiya li komên têrorîst" sewqî zîndanê hat kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Teqwîmê ya Tirkiyê, li pey girtina Ozlû ji aliyê hêzên baska têkoşîna dijî têrorê ya Polîsê Qersê, dosyeya wî şandine dadgehê û dadwerê keşîk bi biryarekê fermana zîndanîkirina wî daye.
Beriya vêya jî Ozlû di Avrêla 2019an bi tawana "Bêrêziya li Erdoxênê serokomarê Tirkiyê" di axaftina li mîtînga HDPê li vî bajarî hatibû girtin û piştra azad bûbû.