Çawûşoxlû: Betalkirina projeya F35ê tu sedemeke qanûnî tuneye
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Amerîkayê tu sedemeke qanûnî jibo biryara xwe ya dûrkirina Tirkiyê ji kirrîna projeya firokeyên şêrr ên amerîkî yên F35ê tuneye.
Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çarşemiyê bi şev daxwaza devberdana Amerîkayê ji biryara xwe jibo betalkirina firotina firokeyên şêrr ên F35ê bo Tirkiyê kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Biryara Amerîkayê ya betalkirina firotina firokeyên şêrr ên amerîkî yên F35ê ziyanê digihîne pêwendiyên stratejîk ên du welatan.
Koşka Sipî roja Çarşemiyê ragihand ku biryara Tirkiyê ya kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê dibe sebeb ku dewama beşdariya Amerîkayê di projeya firotian F35an bo Tirkiyê ne pêkan bibe.
Koşka Sipî got: Amerîka hevkariya xwe bi Tirkiyê ra didomîne, lê kiryara Tirkiyê ya kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê dê bandoreke nerênî li ser NATOyê bike.
Koşka Sipî her wiha ji firokevanên Tirkiyeyî xwest ku heta 31ê Tîrmeha 2019an axa Amerîkayê biterikînin.
Beriya vêya jî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 16ê Tîrmeha 2019an ragihand ku ji ber kiryara Tirkiyê ya kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400'ê, Waşîngton dê firokeyên şêrr ên F35ê nede ber destê Enqerê.