Berteka Enqere û Bexdayê li hemberî kuştina alîkarê serkonsolê Tirkiyê li Hewlêrê
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê êrîşa li ser kedkarên konsolxaneya Tirkiyê li xwaringeheka bajarê Hewlêrê û kuştina alîkarê serkonsol "Kirêt" da zanîn û şermezar kir.
Li gorî rapora Anatoliyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê got: Bi hevrêtiya berpirsên xwecihî û navendî yên Iraqê hewildana jibo peydekirina bilez a sebebkarên êrîşa li ser konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê dest pê bûye.
Ofîsa Serokomartiya Tirkiyê jî bi daxûyaniyekê wek berteka li hemberî kuştina alîkarê serkonsolê vî welatî ji aliyê kesên çekdar li Hewlêrê, gef xwar ku Enqere dê bersiva kuştina dîplomatê xwe li Hewlêrê bide û sebebkarên vê êrîşê divê li benda bersiva Enqerê bin.
Mewlûd Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî got: Navbera Enqere û Hewlêrê têkillî heye û eger pêwîst bike, dê desteyek bo wir bê şandinê.
Mistefa Şentop Serokê Parlimana Tirkiyê jî tevî şermezarkirina êrîşa li ser dîplomatên vî welatî li Hewlêrê destnîşan kir ku dê bersiva vê êrîşê were dayîn.
Di vî warî da Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê jî di hevpûeyivîna digel Russia Today a Erebî, êrîşa li ser dîplomatên Tirkiyê li Hewlêrê şermezar kir û got: Wezareta karên derve ya Iraqê bi hevahengiya digel aliyên fermî li dû naskirina êrîşkeran û diyarbûna hûrgilliyên kuştina dîplomatê tirk li Hewlêrê ye.
Alîkarê serkonsolê Tirkiyê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê roja Çarşemiyê li xwaringeha bi navê "Huqebaz" di encama êrîşekê ji aliyê kesên çekdar ên nenas va hat kuştin. Di vê êrîşê da sê parêzvanên şexsî (Badîgard) ên vî dîplomatê Tirkiyeyî jî birîndar bûn. Hin medyanan ji wan kanala Sky Newsa Erebî jî qala kuştina sê dîplomatên Tirkiyê di êrîşa roja Çarşemiyê da kirine.
Lê di vê navberê da, Tevî ku PKK'ê her cûre desthebûna vê partiyê di vê êrîşê da derew zaniye û red kiriye, lê kanala tirkî ya Haberturkê îdia kiriye ku ev êrîş ji aliyê endamên PKê va pêk hatiye.