Pêgirîya Seroka Civata Lêkolînên Qanûn û Mêdyaya Tirkîyê ser azadkirina nûçegîhanên zîndanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306278-pêgirîya_seroka_civata_lêkolînên_qanûn_û_mêdyaya_tirkîyê_ser_azadkirina_nûçegîhanên_zîndanî
Seroka Civata Lêkolînên Qanûn û Mêdyaya Tirkîyê pêgirî ser dewama hewildanên jibo azadkirina nûçegîhanên zîndanî li vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2019 08:35 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Seroka Civata Lêkolînên Qanûn û Mêdyaya Tirkîyê ser azadkirina nûçegîhanên zîndanî

Seroka Civata Lêkolînên Qanûn û Mêdyaya Tirkîyê pêgirî ser dewama hewildanên jibo azadkirina nûçegîhanên zîndanî li vî welatî kir.

Seroka Civata Lêkolînên Qanûn û Mêdyaya Tirkîyê Evîn Bariş Altintaşê amajeyî sîyaseta dewleta vî welatî ya tepeserkirina nûçegîhanan kir û got: Dema civênên mehkemekirina nûçegîhanên zîndanî tên lidarxistinê, nûçegîhanên serbixwe di civînan de amade dibin û alûgurên di dadgehê de him bi zimanê tirkî him jî bi zimanê ingilîsî bi merema şefafîyetê belav dikin.

Wê herwiha got: Nabe ku kesek tenê ji ber nivîsarekê û yan twitteka dijî Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û sîyasetên wî bixin zîndanê.

Bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê 140 sazî û komên mêdyayî hatine girêdanê û bi sedan nûçegîhan jî bêkar mane.

Niha 140 nûçegîhan bi tawana desthebûna di derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an di zîndanên Tirkîyê da ne.