Sêwem balefira hilgirê sîstema S-400`ê li Enqerê daket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306217-sêwem_balefira_hilgirê_sîstema_s_400_ê_li_enqerê_daket
Guhestina sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a rûsî ku ji duh ve destpê bibû îro jî hat şopandin û sêwem balefira barhilgirtinê ya rûsî vê sibê li meqera eskerî ya Akînciyê li navça Qehreman- Kazan a Enqerê danî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2019 12:11 Asia/Tehran
  •  Sêwem balefira hilgirê sîstema S-400`ê li Enqerê daket

Guhestina sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a rûsî ku ji duh ve destpê bibû îro jî hat şopandin û sêwem balefira barhilgirtinê ya rûsî vê sibê li meqera eskerî ya Akînciyê li navça Qehreman- Kazan a Enqerê danî.

Li gorî rapora Haber 7`ê guhestina sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a rûsî ku ji duh ve  destpê bibû îro jî hat şopandin û sêwem balefira barhilgirtinê ya rûsî vê sibê li meqera eskerî ya Akînciyê li navça Qehreman- Kazan a Enqerê daket.

Li gorî lêzanînên ku hatine bidestxistin, balefira barhilgirtinê ya sisyan ku li Enqerê rûnitşye, hin pirtiyên têkildarî navenda fermandetî û kontrola sîstema berevaniya mûşekî bar kiribû.

Li gor nûçeyên hatî weşandinê mûşekên  vê sîstemê hela nehatine guhestin bo Tirkiyê û 120 mûşekên sîstema S-400 di wexteke din ji riya deryayê dê bê Tirkiyê.

Tivdîrên ewlehiyê yên hêzên jandermeriyê û artêşa Tirkiyê li meqera eskerî ya Akînciyê li asta herî bilind hatine raghandin.