Daxwaza sênatorên Amerîkayê ji Trump jibo boykotkirina Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306207-daxwaza_sênatorên_amerîkayê_ji_trump_jibo_boykotkirina_tirkiyê
Hejmareke sênatorên amerîkî ji serokoamrê vî welatî xwestin ku ji ber kirrîna Pergala berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê hin boykotan li ser Tirkiyê bisepîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2019 05:33 Asia/Tehran
  • Daxwaza sênatorên Amerîkayê ji Trump jibo boykotkirina Tirkiyê

Hejmareke sênatorên amerîkî ji serokoamrê vî welatî xwestin ku ji ber kirrîna Pergala berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê hin boykotan li ser Tirkiyê bisepîne.

Li gorî rapora Sputnikê, Komeke sênatorên Amerîkayê roja Îniyê her wiha ji Donald Trumpê serokomarê vî welatî xwestin ku firotina firokeya şêrr a nifşa pêncem a F35ê bo Tirkiyê heta demeke nediyar rawestîne.

Sênatorên amerîkî, kirrîna Pergala berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê ve peyameke hişyarker derbarê jibo nêzikbûna bi Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê û gefek li dijî bernameya F35ê dan zanîn.

Wan her wiha amaje pê kirin ku Tirkiye şirîkeke girîng di Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) tê hisab û em hêvîdar in ku pêwendiyên stratejîk ên Amerîka û Tirkiyê sar nebe.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê roja Îniyê qala wergirtina yekem barê Pergala berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê kir. Vê saziyê ragihand ku pêvajoya wergirtina S400ê dê din rojên bê da jî were domandin.

Wergirtina vê pergala mûşekî ji aliyê Tirkiyê ve, Amerîka hêrs kiriye, bi awayekî ku Waşîngtonê ragihandiye eger Tirkiye Pergala berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê werbigire, Waşîngton dê firotina firokeyên şêrr ên F35ê bo vî welatî rawestîne û dê boykotên giran nli dijî Enqerê bisepîne.