Pêgiriya Erdoxên ser bibîrxistina Darbeya 2016an li Tirkiyê
Serokomar Tirkiyê li ser xweyîkirina bîr û yada darbeya leşkerî ya serneketî ya 2016an li dijî dewleta vî welatî pêgirî kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê Îniyê bi şev bi dayîna peyamekê li ser Twittera xwe, ragihand: Darbeya leşkerî ya sala 2016an nayê jibîrkirin.
Wî her wiha nivîsî: Emê rê nedin ku ev darbe ji bîr bibe.
Wî her wiha hin wêneyên darbeya serneketî ya sala 2016an weşandin.
Dewleta Tirkiyê îdia dike ku Fethullah Gulen û alîgirên wî bi damezirandina komekê û bandora li rêxistinên dadwerî, leşkerî, perwerdehî û saziyên din ên dewletê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an organîze kirine; Lê Gulen ku li Amerîkayê dimîne, van tawanan derew dizane.
Dewleta Tirkiyê her wiha daxwaza radestkirina Gulen bo Enqerê kiriye. Daxwaza ku Amerîka wê napejirîne.