Dengîr Mîrmehmed Firat emrê Xwedê kir
Endamê Kurd ê damezirînerê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Parlimanterê berê yê Partîya Dêmokiratîk a gelan (HDP) li Parlimana Tirkîyê, Dengîr Mîrmehmed Firat emrê Xwedê kir.
Endamê Kurd ê damezirînerê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Parlimanterê berê yê Partîya Dêmokiratîk a gelan (HDP) li Parlimana Tirkîyê, Dengîr Mîrmehmed Firat ku ji ber nexweşîyê li nexweşxanê dihate dermankirinê, koça dawîyê kir.
Ji ber pirsa Kurd, nêrînên xwe yên cuda yên di derheqê mafê Kurdan de û ji ber nebûna siyaset û projeyeke AK Partiyê derbarê pirsa Kurd de, Dengîr Mîr Mehmet Firat ji wê partiyê cuda bibû û tevlî refên HDP bibû.
Dengîr Mîrmehmed Firat di 8`ê Tebaxa sala 1948`an li Adiyamanê hat dinê û piştî xelaskirina çiqa Hiqûqê li Zanîngeha Enqerê tevlî sîyasrtê bû û piştî damezirîna AKP`ê û 2 dewran bû Parlimanterê vê partîyê.
Dengîr Mîrmehmed Firat di dewra 24`an a Parlimana Tirkîyê de jî wekî nunerê HDP`ê çû Meclisê.