Leyla Guven piştî salekê dê li Parlemana Tirkiyê sondê bixwe
Nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê ji Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Leyla Guven, piştî derbasbûna salekê ji bijartina wê wek nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê dê îro bi amadebûna li Parlemanê û sondxwazrinê, bi fermî karê parlemanteriya xwe destpê bike.
Li gorî rapora Rojnama Duvarê, Leyla Guven, nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê ji HDP`ê, piştî derbasbûna salekê ji bijartina wê wek nûnera Hekariyê li parlemana Tirkiyê dê îro bi amadebûna li parlemanê û sondxwarinê, bi awayekî fermî karê nunertiya xwe destpê bike.
Hilbijartinên 25`mîn dewra parlemanterên Tirkiyê par li halekê cih hat ku Leyla Guven di zindanê de bû û di hewsê de nûnertiya Hekariyê li parlemana Tirkiyê bi dest xist û loma nekarî li parlemanê hazir bibe. Piştî gireva 200 rojî ya birçîbûnê ya vê nûnera parlemanê û rewşa xirab a fîzîkî jî piştî azadiya ji zindanê jî nekarî li parlemanê hazir bibe.
Piştî peyama Ebdullah Ocalan ya daxwaza dawîkirina gireva birçîbûnê, Leyla Guvenê jî piştî 200 rojan gireva birçîbûnê, gireva xwe bi dawî anî û niha piştî ku prosa dermankirina wê kuta bûye li parlemanê hazir bûye.