Leyla Guven piştî salekê dê li Parlemana Tirkiyê sondê bixwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306109-leyla_guven_piştî_salekê_dê_li_parlemana_tirkiyê_sondê_bixwe
Nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê ji Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Leyla Guven, piştî derbasbûna salekê ji bijartina wê wek nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê dê îro bi amadebûna li Parlemanê û sondxwazrinê, bi fermî karê parlemanteriya xwe destpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2019 13:57 Asia/Tehran
  • Leyla Guven piştî salekê dê li Parlemana Tirkiyê sondê bixwe

Nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê ji Partiya Demokratîka Gelan (HDP), Leyla Guven, piştî derbasbûna salekê ji bijartina wê wek nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê dê îro bi amadebûna li Parlemanê û sondxwazrinê, bi fermî karê parlemanteriya xwe destpê bike.

Li gorî rapora Rojnama Duvarê, Leyla Guven, nûnera Hekariyê li Parlemana Tirkiyê ji HDP`ê, piştî derbasbûna salekê ji bijartina wê wek nûnera Hekariyê li parlemana Tirkiyê dê îro bi amadebûna li parlemanê û sondxwarinê, bi awayekî fermî karê nunertiya xwe destpê bike.

Hilbijartinên 25`mîn dewra parlemanterên Tirkiyê par li halekê cih hat ku Leyla Guven di zindanê de bû û di hewsê de nûnertiya Hekariyê li parlemana Tirkiyê bi dest xist û loma nekarî li parlemanê hazir bibe. Piştî gireva 200 rojî ya birçîbûnê ya vê nûnera parlemanê û rewşa  xirab a fîzîkî jî piştî azadiya  ji zindanê jî nekarî li parlemanê hazir bibe.

 Piştî peyama  Ebdullah Ocalan  ya daxwaza dawîkirina gireva birçîbûnê, Leyla Guvenê jî piştî 200 rojan gireva birçîbûnê, gireva xwe bi dawî anî û niha  piştî ku prosa dermankirina  wê kuta bûye li parlemanê hazir bûye.