Amerîkayê bi tundî Tirkîye hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306079-amerîkayê_bi_tundî_tirkîye_hişyar_kir
Amerîkayê hişyariyek tund da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Ûris wergire, dê bi awayekî rasterast pêrgî encamên gelek nerênî bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2019 14:28 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bi tundî Tirkîye hişyar kir

Amerîkayê hişyariyek tund da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Ûris wergire, dê bi awayekî rasterast pêrgî encamên gelek nerênî bibe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, wekî berteka herîdawîyê ya li ser kirîna mûşekên S-400 ên Rûsyayê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ultîmatom da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye wan mûşekan wergire, dê bi awayekî rasterast pêrgî dûhatên gelek xirab û nerênî bibe.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku sîstema berevaniya esmanî ya S-400, ne li gorî standartên NATO`yê ye, lewma jî divê Tirkiye mûşekên Patriot ên Amerîkî bikire.

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragihandibû ku li hemberî kirîna mûşekên S-400 ên Ûris, Amerîka ti cezayan ser Tirkiyê de nasepîne.