Tirkiyê 90 tirimbêl çek û rext şandin Efrîn û Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306074-tirkiyê_90_tirimbêl_çek_û_rext_şandin_efrîn_û_idlibê
Artêşa Tirkiyê, şeva buhurî karwanek leşkerî ku ji 90 tirimbêlên çek û rextên giran pêk hatibû şand herêma Efrînê û parêzgeha Idlibê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2019 13:27 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 90 tirimbêl çek û rext şandin Efrîn û Idlibê

Artêşa Tirkiyê, şeva buhurî karwanek leşkerî ku ji 90 tirimbêlên çek û rextên giran pêk hatibû şand herêma Efrînê û parêzgeha Idlibê.

Ligorî rapora çavkanîyên nûçan ên li bakura Sûrîyê,  Fermandariya Leşkerî ya bajarê Rihayê yê Tirkîyê karwanek çekên giran ku ji 30 trirmbêlên leşkerî pêk dihat derbasî Efrînê li bakura Sûrîyê kir.

 Artêşa Tirkiyê karwanekî leşkerî jî ku ji 60 tirimbêl, zêrêhpûş, tank û topên Obos pêk hatibû, şand Parêzgeha Idliba Sûriyê.

Hêzên Artêşa Tirkiyê di dema derbazbûna 90 tirimbêl, tank û topên leşkerî de, rê girtin û tivdîrên ewlekariyê yên tund sepandin.

Artêşa Tirkiyê ji Adara 2018`an ve Efrîn dagîr kiriye û ligorî rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” a bi Rûsyayê re, 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirine. Gav bê gav jî hêzên cuda dişîne wan her du herêman.