Li Rêyhanlîyê teqînek qewimî, 7 kes birîndar bûn
Tîrmeh 09, 2019 12:12 Asia/Tehran
Di encama teqîna li depoyeke civateke alîkarîyên mirovdostîyê li şarê Rêhyanlîyê li ser sînorê Tirkîye û Sûrîyê de 7 kes birîndar bûn.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, ligorî lêzanînên ku ji parêzgarîya Hatayê hatine bidestxistinê, di encama teqîneke li depoya civateke alîkarîyên mirovdostîyê li şarê Rêhyanlîyê de 7 kes birîndar bûn.
Derbarê vê yekê ku de ku gelo ew teqîna karekî têrorîstî bûye û yan na, hîç nûçeyek nehatîye weşandinê.
Şayanî gotinê ye ku roja înîyê jî li şarê Rêyhanlîyê di encama teqîna bombekê li nav maşînekê ku şofêrê wê dil hebû li nav nimêjkeran biteqîne da, 3 kesan canê xwe ji dest dan.