Nunera Dîyarbekrê li Parlimana Tirkîyê hat girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306065-nunera_dîyarbekrê_li_parlimana_tirkîyê_hat_girtinê
Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku nunera Dîyarbekrê li Parlimana Tirkîyê ji hêla polîsên vî şarî va hat girtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2019 11:36 Asia/Tehran
  • Nunera Dîyarbekrê li Parlimana Tirkîyê hat girtinê

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku nunera Dîyarbekrê li Parlimana Tirkîyê ji hêla polîsên vî şarî va hat girtinê.

Ligorî rapora Rojnama Duvarê, Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku nunera Dîyarbekrê li Parlimana Tirkîyê, Dêrsim Dag ji hêla polîsên vî şarî va hat girtin.

Ligorî agahîyan, wê parlimanterê hewil dida meşekê bi durişma ``na jibo şêrr, erê jibo çareserîya dêmokiratîk`` li Dîyarbekrê bi rê bixe ku hêzên polîs ên Tirkîyê pêşîya vê yekê girtin.

Piştî ku hêzên polîs ketin dewrê, Dêrsim Dag digel du rawêjkarên xwe hatine igrtinê.

Wê di peyama xwe ya dawîyê li Twitterê amajeyî wê girtinê kir û nivîsî: Ez niha ji hêla polîsan ve hatime girtinê û polîsan ez xistim maşîna xwe. Du rawêjkarên min jî tev min hatine girtinê.