Biryara girtina 176 kes ji çekdarên Tirkiyê hat dayînê
Tîrmeh 09, 2019 10:42 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê qala dayîna hikmê girtina 176 kes ji çekdarên vî welatî kirin.
Li gorî rapora malpera TRT'yê, Biryara girtina van kesan li çarçova lêkolînên dozgeriya Istenbûlê li bara şebekeya alîgirên Gulen hatiye dayînê.
Dewleta Tirkiyê heta niha bi dehan hezar kes ji welatî û çekdarên Tirkiyê bi gumana têkilliya tev Koma Gulen girtine.
Dewleta Tirkiyê îdia dike ku Fethullah Gulen û alîgirên wî bi bandor û têketina li nav rêxistinên dadwerî, leşkerî, perwerdehî û saziyên dewletê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an organîze kirine; Lê wî hertim ev angaşta dewleta Tirkiyê derew daye zanîn.