Bi dehan koçber li Tirkiyê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306055-bi_dehan_koçber_li_tirkiyê_hatin_girtin
48 koçber li parêzgeha Çanaq Qeleyê ya Tirkiyê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2019 04:25 Asia/Tehran
  • Bi dehan koçber li Tirkiyê hatin girtin

48 koçber li parêzgeha Çanaq Qeleyê ya Tirkiyê hatin girtin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Tasnim Newsê ji zarê medyayên Tirkiyê, 11 kes ji van koçberên girtî ji welatiyên Efxanistanê û yên din welatiyên Sûriye û Iraqê ne.

Tê gotin ku tevahiya kesên ku hatine girtin, dê ji Tirkiyê bên dersînorkirin.

Beriya vêya Wezareta karên hundir a Tirkiyê hin agahî li bara girtina 79 hezar koçberên neqanûnî ji welatên cûrbicûr di heyama Çile heta Nîsana 2019an de weşandibû.

Perravên Tirkiyê li Deryaya Sipî û bi taybet Deryaya Êjeyê navbera Tirkiye û Yewnanê ji riyên deryayî yên veguhestina penaxwazan û ji riyên neqanûnî û bi talûke yên koçberan ber bi Ewropa û Yewnanê ne.

Veguhestina koçberan ber bi Ewropayê ji riya deryayê ve bi bikaranîna qayîq û amûrên ne-istandard pêk tê.