Alî Babacan ji AKP`ê îstîfa kir
Yek ji damezrînerên partiya desthilatdar a Tirkiyê, Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û wezîrê berê yê hikûmeta wî welatî, Alî Babacan ji vê partiyê îstîfa kir.
Alî Babacan di daxuyaniyekê de dest ji kar berdana xwe aşkere kiriye û têde ragihandiye, di van salên bihorî de, “ji hêla dil û fikirê ve cudabûnek di navbera wî û AKP`ê de çêbûye.”
Alî Babacan weke rexeyekê li hember siyaseta AKP`ê, daye xuyakirin, “di çend salên dawiyê de, di navbera kiryarên ku hatin encamdan ligel bingeh, nirx û fikrên ku min bawerî pê hene de, cudahiyek mezin derkete holê.”
Alî Babacan yek ji wan kesan e ku tê gotin, tev Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu dixwazin partiyekî nû li Tirkiyê ava bikin.
Alî Babacan, îşareta avakirina partiya xwe ya nû jî dike û dibêje: Xebatek dîrokî li pêşiya wan e, ku îro - sibe û ji bo pêşeroja Tirkiyê dest bi xebatê bikin.