HDP: Bila destûra bingehîn a Tirkîyê were guhertinê
Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê xwest ku partîyên vî welatî bi awayekî hevdeng daxwaza guhertina destûra bingehîn bikin.
Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP), Gunay Kobîlay amajeyî pêwîstîya guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê kir û ji partîyên vî welatî xwest ku jibo amadekirina destûra bingehîn a dêmokiratîk bi awayekî hevgirtî kar bikin.
Berdevkê HDP`ê amajeyî wê yekê kir ku pirranîya civakê dijî pergala serokatîyê li v îwelatî ye û got: Jibo cebirandina pergala hikûmeta Tirkîyê, amadekirina destûra bingehîn wekî pêwîstîyeke bêveger divê di serê meseleyên welêt de cî bigire.
Gunay Kobîlay herwiha pêgirî kir ku destûra bingehîn a nû ser bingeha beranberîyê bi çareserkirina pirsgirêkên Kurdan, Elewîyan û karkeran yê di dawîyê de ser xêra Tirkîyê be.
Wî ji partîyên sîyasî û civatên sivîl xwest ku di bidestxistina vê babeta pêwîst da pişkdar bibin.