Serokê Banka Navendî ya Tirkîyê hat wêdadayînê, bihaya Lîr himberî Dolar daket
Bidû wêdadayîna Serokê Banka Navendî ya Tirkîyê ji hêla Serokomarê vî welatî ve, yekem encama wê di abora Tirkîyê de xûya bû, bihaya Lîr himberî Dolar sedî 2.76 daket.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, piştî ku Seroklomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan fermana wêdadayîna Serokê Banka Navendî ya vî welatî Mirad Çetinkaya da, yekem encama wê eva bû ku bihaya Lîr himberî Dolar sedî 2.76 daket.
Çetinkaya ku himberî daxwaza Serokomarê Tirkîyê ya kêmkirina asta behrê li ber xwe dida û 2 rojan berî niha bi hikmê Erdogîn wêda hate dayînê, Alîkarê wî wekî Serokê Banka Navendî hat bijartinê.
Bi dû wî hikmî diravê Dolar ku bihaya wê himberî Lîr dadiket, careka din bihaya wî sedî 2.67 jorda çû û her dolarek bi 5 lîr û 78 qûrûşî hate firotinê.
Istiratêjîstên Robobanka Tirkîyê di raporekê de amajeyî daketina zêde ji sedî 2`yê bihaya lîrê vî welatî himberî diravê dolar di çend sietên destpêka hefteya nû li Tirkîyê kirin û ragihandin: Biryara nişkêve ya wêdadayîna Serokê Banka Navendî hegera herîgirîng di daketina bihaya diravê Tirkîyê de bû. Heke rêvebirên Banka Navendî ya Tirkîyê di civîna xwe ya di 25`ê Tîrmehê ya digel serokê nû de asta behreyê kêm bikin, eva dê şaşitîyeke mezin a sîyasî be.