Erdogan, Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê wêda da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305966-erdogan_serokê_giştî_yê_banka_navnedî_ya_tirkiyê_wêda_da
Serokomarê Tirkiyê li pey giranbûna qeyrana abûrî li Tirkiyê, Murad Çetînkaya, Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê wêda danî û Murad Oysal, alîkarê Banka Navendî danî dewsa wî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 12:13 Asia/Tehran
  • Erdogan, Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê wêda da

Serokomarê Tirkiyê li pey giranbûna qeyrana abûrî li Tirkiyê, Murad Çetînkaya, Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê wêda danî û Murad Oysal, alîkarê Banka Navendî danî dewsa wî.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Haber7`ê, Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdoxan li pey giranbûna qeyrana abûrî li Tirkiyê Murad Çetîn kaya, Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê 10 meh mayî heta bidawîhatina dewrana serokatiya wî, wêda da û dewsa wî, Murad Oysal wek Serokê Giştî yê Banka Navnedî ya Tirkiyê diyar kir.

Ev karê Erdoxîn di rewşekê de ye ku gellek ji karzanan li pey serneketina AKP`ê di hilbijartina 23`yê Hezîrana 2019`an de, qala hitmala wêdadayînên bi vî rengî kiribûn û serokomarê Tirkiyê yekem guhertina çaverêtîkirî di pergala abûrî ya herî girîng an Banka Navendî de pêk aniye da careke din ev mijar were selimandin ku faktora herî girîng a serneketina AKPê di hilbijartina vê dawiyê de, Qeyrana Abûrî ye ku Tirkiye di heyama dub salan de tûşî wê yekê bûye.