Erdoxan: Axaftina ji meseleya Kurdan bêrêziya li hikûmeta Tirkiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305965-erdoxan_axaftina_ji_meseleya_kurdan_bêrêziya_li_hikûmeta_tirkiyê_ye
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di hevdîtina bi endamên Parlimana Tirkiyê re wek bersiva bo pirsa parlimanterekî li bara meseleya kurdan, got: Axaftina li bara vêya ku meseleya kurdan heye, bêrêziya li me ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 12:00 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Axaftina ji meseleya Kurdan bêrêziya li hikûmeta Tirkiyê ye

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di hevdîtina bi endamên Parlimana Tirkiyê re wek bersiva bo pirsa parlimanterekî li bara meseleya kurdan, got: Axaftina li bara vêya ku meseleya kurdan heye, bêrêziya li me ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Dayli Sabahê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê di hevdîtian bi nûnerên parlimana Tirkiyê wek bersiva bo pirsa nûnerekî li bara Meseleya Kurdan, got:: Me jibo Kurdan her karek kir. Axaftina ji vêya ku Meseleya Kurdan heye, bêrêziya li me ye. Li Tirkiyê Meseleya Kurdan tuneye. Meseleya Tirkiyê heye. Em divê vê yekê wek mijareke giştî berçav bigirin. Min tu wextî birayên Kurd ji tevahiya Tirkiyê cuda nekirine.

Wî di dewama gotinên xwe de tevî amajeya bi encamên hilbijartina 31`ê Adarê û 23ê Hezîranê, got: Me sedî 45`ê dengan bi dest xistiye. Em di hilbijartina 31`ê Adarê de têk neçûn, lêbel em bi ser ketin. Mijara istenbûlê ciyawaz e. Gel biryareke wiha daye. Emê rêzê lê bigirin û rêya xwe bidomînin. Eger şaşitî û xetayek jî heye, divê em li nav xwe li dû vê şaşitiyê bigerin.