Nerazîbûna fermî ya Tirkiyê li hember lihevkirina NY bi artêşa HSD`ê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305963-nerazîbûna_fermî_ya_tirkiyê_li_hember_lihevkirina_ny_bi_artêşa_hsd_ê_re
Nivîsgeha nûnertiya dayim a Tirkiyê li meqera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jinêvayê, nerazîbûna xwe ya fermî û nivîskî li hember lihevkirina vê dawiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û NY li bara rawestandina xebitandina zarokan li pevçûnên çekdariyê şandine bo rayedarên Swîsrayê, nivîsgeha Jinêvê û nivîsgeha nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 11:32 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna fermî ya Tirkiyê li hember lihevkirina NY bi artêşa HSD`ê re

Nivîsgeha nûnertiya dayim a Tirkiyê li meqera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jinêvayê, nerazîbûna xwe ya fermî û nivîskî li hember lihevkirina vê dawiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û NY li bara rawestandina xebitandina zarokan li pevçûnên çekdariyê şandine bo rayedarên Swîsrayê, nivîsgeha Jinêvê û nivîsgeha nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Anaolu News``ê, nivîsgeha nûnertiya dayim a Tirkiyê li nivîsgeha Jinêvê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  li bara rawestandina bikannîa zarokan li şêr û pevçûnan û li daxûyaniyekê îdia kir: Ferhad Ebdî Şahîn kesê ku muxatebê hevhatina  bi NY re ye, terorîstekî ber teqîbatê ye ku navê wî di lîsteya sor a  Înterpolê de ye. Ev mijara nayê qebûlkirin û em ser navê welatê Tirkiyê nerazîbûna xwe bi fermî û nivîskî dişînin bo nivîsgeha Jinêvê û rayeadrên Swîsrayê.

Her wiha  nivîsgeha  nûnertiya dayima Tirkiyê li Jinêvê bi şandina nameyekê bo nivîsgeha Giyêr Pêdêrson, nunerê taybet  ê Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê li bara vê yekê ku  gelo hajê hen e ku  ev hevhatina ser navê bernama operasyonî hatiye wajokirin an na?, ku di bersiva Tirkiyê nivîsgeha  kedkarên  nûnerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê gotine ku haje wajokirina  vê hevhatinê nînin.

Wezareta karên derve ya  Tirkiyê jî dibêje ku  ji ber ku hin alî meşrûiyetê didin vî karê hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk ku piraniya wan kurd û YPGyî ne  dilgiraniya xwe dane diyar kirine û wa çjokirjna  wê jî  bi tundî şermezar kirine.

 Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî li konferansekeke rojnamevaniyê ev kiryara bi tundî rexne kiriye û wê weke riswatiyekê bi anv kiriye.

 Eva li halekê ye ku  Îstefan Du Carîk berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghandiye ku  Hevhatina nama  Gambayê û Ebdiyê nayê wateya meşrûbûna  komeka eskerî.

 Li gorî daxûyaniya NY artêşa Sûriya Demokratîk  berpirsiyar bûye ku  kesên bin 18 salan  bo armancên  eskerî naxebitîne.