Nerazîbûna fermî ya Tirkiyê li hember lihevkirina NY bi artêşa HSD`ê re
Nivîsgeha nûnertiya dayim a Tirkiyê li meqera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jinêvayê, nerazîbûna xwe ya fermî û nivîskî li hember lihevkirina vê dawiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û NY li bara rawestandina xebitandina zarokan li pevçûnên çekdariyê şandine bo rayedarên Swîsrayê, nivîsgeha Jinêvê û nivîsgeha nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Anaolu News``ê, nivîsgeha nûnertiya dayim a Tirkiyê li nivîsgeha Jinêvê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara rawestandina bikannîa zarokan li şêr û pevçûnan û li daxûyaniyekê îdia kir: Ferhad Ebdî Şahîn kesê ku muxatebê hevhatina bi NY re ye, terorîstekî ber teqîbatê ye ku navê wî di lîsteya sor a Înterpolê de ye. Ev mijara nayê qebûlkirin û em ser navê welatê Tirkiyê nerazîbûna xwe bi fermî û nivîskî dişînin bo nivîsgeha Jinêvê û rayeadrên Swîsrayê.
Her wiha nivîsgeha nûnertiya dayima Tirkiyê li Jinêvê bi şandina nameyekê bo nivîsgeha Giyêr Pêdêrson, nunerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê li bara vê yekê ku gelo hajê hen e ku ev hevhatina ser navê bernama operasyonî hatiye wajokirin an na?, ku di bersiva Tirkiyê nivîsgeha kedkarên nûnerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê gotine ku haje wajokirina vê hevhatinê nînin.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî dibêje ku ji ber ku hin alî meşrûiyetê didin vî karê hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk ku piraniya wan kurd û YPGyî ne dilgiraniya xwe dane diyar kirine û wa çjokirjna wê jî bi tundî şermezar kirine.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî li konferansekeke rojnamevaniyê ev kiryara bi tundî rexne kiriye û wê weke riswatiyekê bi anv kiriye.
Eva li halekê ye ku Îstefan Du Carîk berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghandiye ku Hevhatina nama Gambayê û Ebdiyê nayê wateya meşrûbûna komeka eskerî.
Li gorî daxûyaniya NY artêşa Sûriya Demokratîk berpirsiyar bûye ku kesên bin 18 salan bo armancên eskerî naxebitîne.