S400 Yekşemiyê bi şev jibo Tirkiyê tê barkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305960-s400_yekşemiyê_bi_şev_jibo_tirkiyê_tê_barkirin
Çavkaniyên nûçeyan Îniyê bi şev ragihandin ku yekem barê Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê Yekşemiyê bi şev jibo Tirkiyê were barkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 05:28 Asia/Tehran
  • S400 Yekşemiyê bi şev jibo Tirkiyê tê barkirin

Çavkaniyên nûçeyan Îniyê bi şev ragihandin ku yekem barê Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê Yekşemiyê bi şev jibo Tirkiyê were barkirin.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, Aniha desteyeke 9 kesî ji Rûsiyê jibo pêkanîna pêdiviyên sazkirina vê pergalê li Tirkiyê ye û hejmareke berpirsên sazkirina vê pergalê jî roja Duşemiyê dê herin Tirkiyê.

Di mehên dawî de kêşeya navbera Amerîka û Tirkiyê li ser mijarên cûrbicûr ji wan kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê ve zêde bûye.

Amerîkayê di mehên dawî bi caran gef li Tirkiyê xwariye ku eger Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bikirre, dê bikeve ber boykotên Waşîngtonê an Amerîka dê girêbesta firotina firoekyên şêrr ên F35ê bo Tirkiyê betal bike.

Waşîngton dibêje ku bicihbûna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê li axa Tirkiyê dê xalên lawaziyê yên firokeya nixûmkar a F35ê ya Amerîkayê aşkira bike.

Girêbesta firotina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê di Kanûna 2017an de hat wajokirin.