Daxwaza serokomarê Tirkiyê ji koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305955-daxwaza_serokomarê_tirkiyê_ji_koma_nasyar_bi_artêşa_neteweyî_ya_lîbiyê
Serokomarê Tirkiyê di hevdîtina digel Serokê Konseya Serokomartiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê daxwaza rawestandina êrîşên hêzên Xelîfe Hefter li ser baregehên D kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 04:39 Asia/Tehran
  • Daxwaza serokomarê Tirkiyê ji koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê

Serokomarê Tirkiyê di hevdîtina digel Serokê Konseya Serokomartiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê daxwaza rawestandina êrîşên hêzên Xelîfe Hefter li ser baregehên D kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa Anatoliyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê di hevdîtina bi Fayîz Mistefa Sirac, S ku li Istenbûlê hat lidarxistin, tevî ragihandina dubare ya piştevaniya dewleta xwe ji D, daxwaza bidawîhatina êrîşên Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê bi fermandetiya Xelîfe Hefter kir.

Erdoxên her wiha di vê hevdîtinê de careke din îdia kir ku Enqere dê li kêleka dewleta rewa ya Lîbiyê jibo pêkhatina aştî û aramiyê li vî welatî bimîne.

Koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştevaniya Erebistan, Misir û Imaratê rojhilata Lîbiyê kontrol kiriuye, di çend mehên dawî de jibo dagirkirina Trablosa paytexta vî welatî operasiyona leşkerî cih aniuye, lê heta niha ser neketiye.

Ji çar salan beriya niha ve ji ber nakokiyên navebra partî û koman, Lîbya xwedana du parliman (parlimana Tibriqê li rojhilat û Parlimana Trablosê lipaytexta Lîbyayê) û du artêşan e.

Parlimana Tibriqê ji aliyê Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ve tê piştgirîkirin û dewleta Tifaqa Neteweyî ya Faêz Sirac ku ji aliyê Civaka Navneteweyî ve tê piştgirîkirin, li bajarê Trablosê ye.