Li Reyhanliyê teqîn: 11 kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305945-li_reyhanliyê_teqîn_11_kuştî_û_birîndar_hene
Li navçeya Reyhanliyê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, teqînek bihêz qewimî û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2019 13:27 Asia/Tehran
  • Li Reyhanliyê teqîn: 11 kuştî û birîndar hene

Li navçeya Reyhanliyê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, teqînek bihêz qewimî û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, îro li navçeya Reyhanlî ya ser bi parêzgeha Hatayê ve teqînek qewimî û di encamê de 11 kuştî û birîndar hene.

Ligorî raporê, bûyer di encama teqîna otomobîlekê de qewimîye. Qayimmeqamê Reyhanliyê Rehmî Dogan ragihandiye, hêj sedema teqîna otomobîlê nayê zanîn û lêkolîn derbarê bûyerê de destpê bûye.

Di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê gihîştin cihê bûyerê û derdor dorpêç kirin. Herwiha tîmên tendirustî û hawarçûnê li cihê bûyerê amade bûne û kesên birîndar bo nexweşxaneyan veguhestin.