Kiliçdaroglu daxwaza guhertinên bingehîn di destûra Tirkiyê de kir
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel ( CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, sîstem û destûra niha ya Tirkiyê ne demokratîk e û daxwaza guhertinên bingehîn di destûra wî welatî de kir. Kiliçdaroglu derbarê damezrandina partiyên nû de jî got, ew mijarê dişopînin lê nizanin ka dê bêne damezrandin an na.
Serokê CHP`ê îro serdana şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir û piştî serdanê jî di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê avakirina partiyeke nû li Tirkiyê de ragihand, ew jî wê mijarê dişopînin, lê ew nizanin ka partiyên nû dê bêne avakirin an na.
Kemal Kiliçdaroglu derbarê axaftinên Serokomarê Tirkiyê de yên li ser vegera sîstema berê jî ragihand, jixwe ew ji sîstema berê nerazî bûn û li Tirkiyê destûrek heye ku bi destê darbekaran hatiye amadekirin û ew jî vê destûrê naxwazin û divê guhertinên bingehîn di destûrê de bêne kirin.
Kiliçdaroglu amaje bi benda sedî 10 a hilbijartinan li Tirkiyê kir û da xyakirin, darbekaran ew bend di yasaya hilbijartinên wî welatî de bicih kirine û got: “Eger em demokrasiyê dixwazin û dixwazin ku rêz li îradeya xelkê bê girtin, wê demê divê benda hilbijartinan bê rakirin.”