Tirkiye mazûvanê civîna sêalî ya ligel Rûsya û Îranê derbarê Sûrîyê de
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku meha bê, civîna sêalî ya vî welatî digel Îran û Ûrsêtê derbarê Sûrîyê de wê di meha Tebaxê de were lidarxistin.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnamevanîyê de ragihand: “Meha Tebaxê bi serokatiya Receb Teyîb Erdogan, dê civîna sêalî ya welatên garantorê aştîya Sûriyê li Tirkiyê birêve biçe û serokên Rûsya û Îranê dê beşdar bibin.”
Kalin ragihand: “Her sê alî yê di civînê de liser pirsa Idlibê û deverên din ên Sûriyê, pêvajoya siyasî ya Sûriyê, damezrandina Komîsyona Nivîsandina Destûrê û vegerandina penaberan gotûbêjê bikin.”
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî ragihand: Vladmîr Pûtîn, Hesen Rûhanî û Receb teyîb Erdogan roja Duşemê gotûbêj kirin û mijara sereke ya wê gotûbêjê jî lidarxistina civîna nû ya sêalî ya bi amadebûna Îranê derbarê Sûrîyê de bû.